Zatê Ehsen/MELAYÊ CÎZÎRÎ
Mexlûq hemî nexşê Te ne
Vêk ra li hemyan fekirî
Hemd û sena laiq we ne
Yê ‘erşê ‘ezîm çêkirî
‘Erşê ‘ezîmê ekber e
Zînet û raza merkezî
Ew kursiya heq li ser e
Bê şems û gerdûn dibezî
Heq Wahîd e Witr e Fer e
Bê newm e baxvanê rezî
Baxê ku baxvan bête ber
Erdek heye Ew lê nebî
Dara ku enqa bête ser
Belgek heye sih lê nebî
Kî ji nî’metê dê dit xeber
Ya Reb derê feyzê vebî
……www.ufkumuz.com
Axîna te nalîna min\FEQİYE TEYRAN
Axîna te nalîna min
Erdû asîman pir şîn e
Gulê ez canê te karvan
Mame wek kalek hilhile
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min
Gelo çima hun serdest in
Em bindest in li vê dinê
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min
AMEDA TEV MED`A
‘20. YÜZYIL CAHİLİYE KARANLIĞINDAN 21. YÜZYIL İSLAM AYDINLIĞINA DOĞRU’
Hînbûna kurdî qet evqas hêsan nebûbû!
Pirtûka „Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri“ da ku meraqdarên zimanê kurdî bi wê kurdî hînbibin ciyê xwe li refikên pirtûkfiroşan girt.
Kitêb ji alîyê Abdullah İncekan ku li Almanyayê wek mamosteyê ziman û edebîyatê dixebite hatiyê amadekirin. Şêwirmendîya wê jî mamosteya zimannasî û dîdaktîka modern ji Universîteya Duisburg-Essenê Dr. Rosemarie Neumann kirîye.
Pirtûk ji 19 beşan pêk tê û li gor metod û didaktîkên modern hatîye amadekirin. Ji ber ku li Tirkîyê hê perwerdeya kurdî nîne di amadekirina wê de otodîdakt jî (yên xwe bi xwe hîndibin) li ber çavan hatine girtin.
Wêneyên Armin Wollnitza him kitêbê dixemilînin, him jî dikin ku dîyalog û metin bi hêsanî werin fêm kirin.
SİLAV Lİ TÊ
SİLAV Lİ TÊ
EY RESULÊ XWEDA
TÛYÎ SEROKÊ GOVENDÊ
GOVANDA TEV PEYXEMBERA
SELAM Lİ TÊ
SİLAV Lİ TÊ
EY DELALÊ XWEDA
TÛYÎ Lİ PEŞÎYA SEÎDA
NEVÎYÊ SEÎDA TEV Lİ PEY TÊ
SELAM Lİ TÊ
SİLAV Lİ TÊ
EY PEYAMA XWEDA
TÛYÎ NAVÊ AŞTÎYE
AŞTÎYA Jİ BO TEV GELA
{Saidiyen GÜNAN}
19.03.2009