Ev serê panzdeh salan e ku min di nav îhtiyacên xwe de, ji xwe re, du hedef kiribûn armanc. Min ji xeynî van her duyan, tu navgîneke ku dahatûya Kurdistanê temîn bike, nedît.
Ev serê panzdeh salan e ku min di nav îhtiyacên xwe de, ji xwe re, du hedef kiribûn armanc. Min ji xeynî van her duyan, tu navgîneke ku dahatûya Kurdistanê temîn bike, nedît.
Ya Pêşî: Îttîhada/yekbûna neteweyî.
Ya duduyan ew e ku tevî wan ilmên dînî, ew fennên lazim ên dewr û serdema me, li her aliyî werin tehsîlkirin. Îca ev ku hene, esas û bingeha wan û medreseya wan, ew alayiyên eşîran in. Li ser vê razê/sirrê, ez bi awayekî bêperwa dibêjim:
Ew kesên ku di nav eşîran de ne esker in, divê ew jî mîna wan ên dî, bibin eskerên millî. Lewre eskerî ku mîna tîrêjeke elektrîkê ye, di nav van eşîrên cur bi cur de, dê têkildariyeke kimyewî pêk bîne û dê bike ku ew fikir û ramanên wan ên cihê cihê, bigihîjin hev û dê bihêle ku ew cewherên wan û ew qîmeta wan a heqîqî, derkeve holê. Bi ser de jî ew gihîştina wan, dê wisan bike ku roniya hîndekarî û perwerdehiyê, tevî wê qeweta/hêza germ a Kurdan zindî bibe. Çunkî koçerî, hêrsokîtî û bêhukûmetî, dibe sedem ku bi zordestiya hukûmetê, xizanî û bêçaretî derkeve û ev feqîrî jî, zorê dide ku xerez û qesd li hember hev pevbiçin. Bi vî awayî, ji ber ku daîma gilîkirin, mîna olandana/dundengîbûna dengê mirinê, li navendê deng didin, ciyê ku hukûmet li wan şefqet bike, ew radibin xwe musteheqî şîmaqa/sîlleya wê dikin. Li ser vê yekê, neyar û dijmin jî, bi vê kêfxweş dibin û ehlê xîretkêşiyê jî, ji nava serê xwe diqîrin û qeweta wan a manewî, bi derba bêhêvîtiyê dişkê û dilê ehlê besîretê jî dişewitîne.
Hem jî digel ku xwedî hêzeke mezin a leheng û şervanên bi qasî çil hezarî (40 000) ne jî, ji ber lihevnekirinên hundirîn, mehû dibin û ji ber wan tevliheviyên ku ji dijberitiyê tên, ciyê ku dê merhemeta bavîtiyê li wan were kirin, wisan dibe ku ew buxza zalimî bi ser wan de bibare. Îca ji xeynî van, jixwe wisan bûye ku Kurdan, êdî ji wan zanistên nû û ji perwerdehiya nûjen nefret kiriye. (Çima? Ji ber kîjan sedeman? Notê wergêr e)
1. Ji ber ku di zahirê xwe de, (ew zanistên modern) ji nav biyaniyan tên.
2. Ji ber ku hin meseleyên fennî/zanistî, bi hin çîrokên Îslamî û bi hin dirûvpêdayînan re di nakokî û pevçûnê de ne. Jixwe wan mirovên awam, hin ji wan çîrok û teşbîhan, hema wisan bi ser de, weke eqîde û rastî di hişê xwe de qebûl kirine.
3. Ji ber ku ew, wê usûla wan medreseyên xwe, weke kan û madena hemû kemilînan dibînin; lê belê îca ew van zanistan, ne li gor rêbaza medreseyan dibînin.
4. Hin ji ehlê mektebê radibin, Îslamiyetê, hema tenê ji aliyê wê yê derve ve, ji ber teqlîdkariyê, weke baweriyeke zarokiyane dibînin û bi rêya zanistên fennî, ketiye meylkirineke feylesofî û gel jî, li hember wan, ketine nava wan fikarên tije şik û gumanan. Îca ji ber vê yekê Kurd, ji wê hîndekarî û perwerdehiya nûjen, bi awayekî jidil vediciniqin.
Tekane çareya vê ev e ku ew ciyên wan alayiyên eşîran û ew deriyê bala yê eskeriyê, bi dibistan û perwerdehiyan were tijekirin û ev medreseyên ku ji bo wan, weke kana seadetê ne; lê mixabin ku ji nava wan hatine rakirin, careke dî, ji nû ve divê werin zindîkirin û tevî ilmên dînî, ew zanistên nûjen ên ku lazim in, bi destê wan alimên Kurd, bi derskî werin dayîn.
Kurtebêjiya peyvê: Ew yekîtî ku ji bo her gelî, nemaze ji bo Kurdan, pevgirêdana pêt û saxlem û hêmana jiyanê ye, gava ku bibe qesrek/koşkek, ew alayiyên eşîran û ew eskeriya ku ji heqê her unwanî tê der, dê bibe temelekî dirêj û biasas û dê bibe arîkeke/remaxeke muhkem û saxlem. Û ew hîndekarî û perwerdehiya ku wê qesra yekîtî û îttîfaqê/hevgirtinê ronahî dike yan jî, ew zanistên ku ji bo jiyana gelan, mîna ye wê xwîna ku di reh û demaran de digere û weke kana vê gaza hewayê ye, her yek ji wan alayiyên eşîran dê bibe mîna medreseyeke zanistan û dê bibin mîna fabrîqeyeke mezin a sanayiyê ku mirov jê re hejmetkar dimîne. Seyda Hukûmet, heke li gor qabiliyeta alayiyan, derseke baş a întîzamê bide, çiqas xweş û ya xwestinê ye, wesselam.
Werger:Ayhan MERETOWAR
Gazetekurd
*Kurd Teawun we Tereqqî Gazetesi
Hejmar: 2, Rûpel: 13
29 Teşrîn-î Sanî 1324
12 Berçile/Kanûna Ewil 1908